Civîna Erkantiya taybetî Ukraynê bi serokatiya Emîr-Ebdullahiyan hat damezirandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i332474-civîna_erkantiya_taybetî_ukraynê_bi_serokatiya_emîr_ebdullahiyan_hat_damezirandin
Civîna Erkantiya taybetî Ukraynê ya Wezareta karên derve ya Îranê berêvara Çarşemiyê bi serokatiya Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derveû bi beşdariya rêveberên beşên têkildar ên vê wezaretxaneyê hat lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 10, 2022 06:14 Asia/Tehran
  • Civîna Erkantiya taybetî Ukraynê bi serokatiya Emîr-Ebdullahiyan hat damezirandin

Civîna Erkantiya taybetî Ukraynê ya Wezareta karên derve ya Îranê berêvara Çarşemiyê bi serokatiya Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derveû bi beşdariya rêveberên beşên têkildar ên vê wezaretxaneyê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRNAyê, Di vê civînê da rewşa herî dawî ya qeyrana Ukraynê û rewşa îraniyên niştecihê wî welatî di nav da welatiyên ku ji ber giranbûna qeyranê neçar bûne ku terka Ukraynê bikin û biçion welatên cînar hat vekolandin.

Di vê civînê da taxima şandî ya Komara Îslamî ya Îranê bo welatên cînarê Ukraynê bi serokatiya alîkarê îdarî û aborî yê Wezareta derve raporek ji serdana xwe ya navçeyê û hewcetiyên îraniyên niştecihê Ukraynê ji bo vegeriyana bo Îranê raberî civînê kir.