Çile 24, 2022 22:23 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Siyaseta Ne Rojhilat û Siyaseta Ne Rojava bi hêz di cihê xwe de ne

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir: Di warê serxwebûnê de, siyaseta ne rojhilat û ne jî rojava bi hêz di cihê xwe de ne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê îro (Duşem) li dawiya konferansa neteweyî ya Îranê û cîranan li Navenda Lêkolînên Siyasî û Navdewletî ya Wezareta karên derve ya Îranê, got: Em bi awayekî eşkere dibêjin ku di peywendiyên derve de em hem bi Rojhilat û hem jî bi Rojava re kar dikin, lê di warê serxwebûnê de  siyaseta Ne Rojhilat û ne jî Rojava bi hêz di cihê xwe de ne.

Derbarê danûstandinên rasterast di navbera Îran û Amerîkayê de jî Wezîrê Derve yê Îranê got: Amerîkiyan bi berdewamî daxwaza gotûbêjên rasterast dikin, lê heta niha em di encamên xwe de negihîştine vê xalê.

Emîr-Ebdullahiyan, da zanîn ku yek ji karên sereke yên hikûmeta sêzdehan giringîdan û hevkarî û danûstandina ligel cîranan e û di vî warî de got: Hikûmet bi zêdekirina kapasîteyên heyî û bi cih anîna kapasîteyên rawestandî hewl dide ku bi xîret li pey xweşkirina têkiliyên dualî yên bi welatên cîran re bibe.

Serepeyv