Salroja jidayîkbûna pîroz a Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) pîroz be
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331599-salroja_jidayîkbûna_pîroz_a_hezreta_fatimeya_zehrayê_(s)_pîroz_be
Roja Yekşemiyê, 3ê Behmena 1400î, hevdem di gel 20ê Cemadî ul-Saniya 1442an a Koça Heyvî, salroja jidayîkbûna pîroz a Hezreta Fatimeya Zehrayê (S), keça hêja ya pêxemberê mezin, hezretê Muhemedê Mustefa (S) û hevjîna mîrê bawermendan, Elî Ibni Ebî Talib (S) îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 22, 2022 18:26 Asia/Tehran
  • Salroja jidayîkbûna pîroz a Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) pîroz be

Roja Yekşemiyê, 3ê Behmena 1400î, hevdem di gel 20ê Cemadî ul-Saniya 1442an a Koça Heyvî, salroja jidayîkbûna pîroz a Hezreta Fatimeya Zehrayê (S), keça hêja ya pêxemberê mezin, hezretê Muhemedê Mustefa (S) û hevjîna mîrê bawermendan, Elî Ibni Ebî Talib (S) îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ye.

Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) ji zarokatiyê va li Mala Wehyê, bi rênîşandanên bavê xwe yê hêja, hezretê Muhemed (S), dereceyên herî bilind ên kemal, zanist û fezîletê bi dest xistin.

 

Keça hêja ya Hezretê Muhemed (S) her wiha li mala bi rewneq û sefa ya Îmam Elî (S), îmamê yekem ê şîeyên cîhanê, bi baştirîn awayî erkên hevjînî û dayîkbûnê cih anîn û mirovine mezin û hêja wekî Îmam Hesen (S), Îmam Husên (S) û Hezreta Zeynebê (S) li dawê xwe perwerde kirin.

Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) di hemî berûlayan da mînaka jinên cîhanê ye û roja jidayîkbûna wê li Îranê wek Roja Dayîkan û Roja Jinan hatiye binavkirin û di vê rojê da pesna cîgeha jinan, nemaze dayîkan tê dayîn.

 

Bi vê boneyê, Îrana Îslamî di şev û roja jidayîkbûna banûya du aleman, keça hêja ya pêxemberê mezin, hezretê Muhemedê Mustefa (S), seranser cejn û şahî ye.

 

Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê, ji ber salroja jidayîkbûna pîroz a Hezreta Fatimeya Zehrayê (S), pîrozbahiyê dide hemî misilman û azadîxwazên din ên cîhanê.