Serokê Komara Îslamî ya Îranê derbasî Moskoyê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331511-serokê_komara_Îslamî_ya_Îranê_derbasî_moskoyê_bû
Serokê Komara Îslamî ya Îranê ku li ser vexwendina fermî ya serokomarê Rûsiyê berê xwe dabû vî welatî, derbasî balefirgeha Moskoyê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 19, 2022 09:31 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê derbasî Moskoyê bû

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ku li ser vexwendina fermî ya serokomarê Rûsiyê berê xwe dabû vî welatî, derbasî balefirgeha Moskoyê bû.

Seyîd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê û taxima pê ra dema daketina li balefirgeha Moskoyê ji aliyê Nîkolay Şolgînov wezîrê enêrjiyê û serokê ûris ê Komîsiyona hevpar a hevkariyên aborî yên Rûsiye û Îranê va hat pêşwazîkirin.

Di merasima pêşwaziya fermî da, piştî xwendina sirûdên neteweyî yên du welatên Îran û Rûsiyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê temaşeyî Yekîneya Teşrîfatê kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê biryar e ku di gel serokomarê Rûsiyê bicive.

Wezîrên derve, neft û aboriyê hevrêtiya Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê serdanê da dikin.