Çile 16, 2022 19:41 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Îranê bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê karûbarên Sûriyê re civiya

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) yê karûbarên Sûriyê hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora IRNA`yê, Gir Paterson nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûriyê îro Yekşemê bi Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê re hevdîtin pêk anî.

Şewirmendê Pilebilind ê Wezîrê Derve yê Îranê li Karûbarên Taybet ên Siyasî Elî Esxer Xacî duh (şemî) jî bi Gir Patterson Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûriyê re civiya.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên krîza Sûriyê, gotûbêjên Komîteya Destûrî, rûbirûbûna dorpêçan û şandina alîkariyên mirovî ji bo gelê Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Serepeyv