Reyîsî: Pêwendiya aborî ya Îranê tev welatên navçeyê zêde bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331268-reyîsî_pêwendiya_aborî_ya_Îranê_tev_welatên_navçeyê_zêde_bûye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Pêwendiya aborî ya Îranê tev welatên navçeyê zêde bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 09, 2022 08:18 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Pêwendiya aborî ya Îranê tev welatên navçeyê zêde bûye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Pêwendiya aborî ya Îranê tev welatên navçeyê zêde bûye.

Seyîd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di civîna Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê da got: Pêwendiyên aborî tev welatên navçeyê di sê mehên dawiyê da heta sê qatî zêde bûye.

Reyîsî got: Hevsengî di siyaseta derveyî da hatibû sozdayîn û pêk tê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Pûçkirina boykotan mijara herî girîng bû ku dewletê şopandiye û mijara duyem rakirina boykotan bûye.

Reyîsî got: Bawer gel bi dewletê mijareke din e ku me bi saya wê gelek pirsgirêk li pey xwe hîştin.

Wî got: Roja îro hevdengiya navbera Meclîs û dewletê pêwîst e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Armanca dewletê mezinbûna aborî ya sedî 8 e û em hêvîdar in ku vê armancê bi dest bixin.