Daxuyaniya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî derbarê bihîstina dengê teqînê li derdora Kerecê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331196-daxuyaniya_sipaha_pasdarên_Înqilaba_Îslamî_derbarê_bihîstina_dengê_teqînê_li_derdora_kerecê
Beşa pêwendiyên gelemperî ya Sipaha Îmam Hesenê Mucteba (S) a parêzgeha Elborzê, bi daxuyaniyekê ragihand: Dengê bihîstî li derdora Kerecê ji ber avêtina roketekê di temrîneke fêrkariyê da bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 05, 2022 19:01 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî derbarê bihîstina dengê teqînê li derdora Kerecê

Beşa pêwendiyên gelemperî ya Sipaha Îmam Hesenê Mucteba (S) a parêzgeha Elborzê, bi daxuyaniyekê ragihand: Dengê bihîstî li derdora Kerecê ji ber avêtina roketekê di temrîneke fêrkariyê da bûye.

Li gorî rapora Sepah Newsê, Li pey bihîstina dengekî giran li derdora Kerecê, Beşa pêwendiyên gelemperî ya Sipaha Îmam Hesenê Mucteba (S) a parêzgeha Elborzê bi daxuyaniyekê ragihand: Dengê giran ê bihîstî yê îro Çarşemî li derdora Kerecê ji ber avêtina roketekê di temrîna fêrkariyê û bi awayê rêvebirî li navendeke Sipahê bûye ku hin guman û gotegot li torên civakî pêk aniye.

Ev daxuyanî didomîne: Ev cûre temrîn pêştir jî hebûne û şîret li hemwelatiyên hêja tê kirin ku bala xwe nedin ser gotegotên çêkirî yên dijminên gelê Îranê.