Wezîrê karên Derve yê Îranê diçe Bakûyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330841-wezîrê_karên_derve_yê_Îranê_diçe_bakûyê
Wezîrê karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan sibê serdana Bakûyê paytexta Komara Azerbaycanê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 21, 2021 19:13 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên Derve yê Îranê diçe Bakûyê

Wezîrê karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan sibê serdana Bakûyê paytexta Komara Azerbaycanê dike.

Wezîrê Derve yê Îranê ji IRIB Newsê re ragihand: “Sibê Çarşemê di çarçoveya serdana xwe ya bo Bakûyê de, dê bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, hevtayê xwe û rayedarên din ên wî welatî bicive.

Emîr-Ebdullahiyan herwiha got: Têkiliyên Tehran û Bakûyê tevî hin şaştêgihiştinên ku di van mehên dawî de di têkiliyên navbera her du welatan de derketine, baş, bi îstîqrar û ber bi geşatiyê dimeşin.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Di du mehên derbasbûyî de, em şahidê serdana çend berpirsên pilebilind ên Komara Azerbaycanê bo Têhranê bûn û di vê mehê de jî serokên her du welatan li kêleka lûtkeya ECO`yê civiyan û li Aşgabatê civîneke erênî û avaker pêk anîn."