Muxbir: Îran li qada navneteweyî de bi dû peywendiyên avaker e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330715-muxbir_Îran_li_qada_navneteweyî_de_bi_dû_peywendiyên_avaker_e
Cîgirê yekem ê serokê Komara Îslamî ya Îranê stratejiya bingehîn a siyaseta derve ya hikûmeta Îranê, zêdekirina peywendiyan bi welatên cîran re da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 16, 2021 15:09 Asia/Tehran
  • Muxbir: Îran li qada navneteweyî de bi dû peywendiyên avaker e

Cîgirê yekem ê serokê Komara Îslamî ya Îranê stratejiya bingehîn a siyaseta derve ya hikûmeta Îranê, zêdekirina peywendiyan bi welatên cîran re da zanîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB`ê, "Mihemed Muxbir" alîkarê yekem ê serokomarê Îranê roja çarşemiyê li civîna serokên nûneratiyên Komara Islamî ya Îranê li welatên cîran destnîşan kir: Pêşdebirina stratejiyên siyasî di pêwendiya bi welatên din re, bêyî çalakiyeke aborî ya mayinde berdewam nabe û ji bo vê yekê divê em peywendiyên avaker li gel welatên cîran, navçe û cîhanê damezrînin û bi cidî li ser berhem û veberhênanên hevbeş bi hev re kar bikin.

Muxbir bal kişand ser vê yekê ku divê pêkhateya balyozxanên Îranê li welatên biyanî li gorî nirxandina potansiyel û şiyana her welatekî were diyarkirin û destnîşan kir: Kapasîteya îraniyên li derveyî welat wekî derfetek mezin e ji bo pêşxistin û geşepêdana hundirê Îranê.

Cîgirê yekem ê serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Hikûmeta Îranê amade ye ku di warê aborî de veberhênanên guncaw ji bo hemû îraniyên derveyî welat dabîn bike û diyar bike.