Xetîbzade: Nakokiyên Îran û Ajansê kêm bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330692-xetîbzade_nakokiyên_Îran_û_ajansê_kêm_bûne
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Nakokiyên li ser mijarên dualî di gotûbêjên Îran ê û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê da kêm bûne û çaverêtî heye ku du alî bi zûtî li hev bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 15, 2021 11:27 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Nakokiyên Îran û Ajansê kêm bûne

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Nakokiyên li ser mijarên dualî di gotûbêjên Îran ê û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê da kêm bûne û çaverêtî heye ku du alî bi zûtî li hev bikin.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja çarşemiyê di gotûbêja bi Press TV'yê ra got: Gotûbêjên Rêxsitina Enêrjiya Atomê ya Îranê û Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê pêş ketine û nakokî li ser mijarên dualî kêm bûne.

 

Xetîbzade her wiha got: Ez derbasî hûrgiliyên lihevkirina Îran û Ajansê nabim; Lê du alî dê bi zûtî li hev bikin.