Xetîbzade: Gişt divê siyasîkirina werzîşê lome bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330566-xetîbzade_gişt_divê_siyasîkirina_werzîşê_lome_bikin
Berevkê Wezareta karên derve ya Îranê pêncşemiyê bi şev wek berteka li hemberî kiryara dijminane ya Amerîkayê û hevpeymaniyên ya boykotkirina dîplomatîk a Olempîka zivistanî ya 2022an a Pikenê, got: Gişt divê siyasîkirina werzîşê lome bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 10, 2021 06:08 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Gişt divê siyasîkirina werzîşê lome bikin

Berevkê Wezareta karên derve ya Îranê pêncşemiyê bi şev wek berteka li hemberî kiryara dijminane ya Amerîkayê û hevpeymaniyên ya boykotkirina dîplomatîk a Olempîka zivistanî ya 2022an a Pikenê, got: Gişt divê siyasîkirina werzîşê lome bikin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Seîd Xetîbzade, Berevkê Wezareta karên derve ya Îranê li twîterê tevî rexnekirina boykota dîplomatîk a Olempîka zivistanî ya Pikenê ji aliyê Amerîka û hevpeymanên wê va, hevgirtina Îranê di gel Çînê li hemberî kampaynaya xerabkirinê ya welatên rojavayî ragihand.

 

Xetîbzade di twîterê da nivîsî: Çi boykotkirina dîplomatîk a Olempîka zivistanî ya 2020î be û çi bêparkirina tîmên îranî ji bidestxistina çavkaniyên aborî, gişt divê siytasîkirina werzîşê lome bikin.

Berevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha ragihand: Em bi meraq li benda beşdariya di van pêşbirkan da ne û hevgirtina xwe di gel Çînê ku ketiye ber armanca xerakirinê, diyar dikin.