Civîna hevpar a Îran û Tirkiyê ji bo pêşxistina hevkariya ser sînoran
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330552-civîna_hevpar_a_Îran_û_tirkiyê_ji_bo_pêşxistina_hevkariya_ser_sînoran
Bi armanca başkirina hevkariyên li ser sînor û kêmkirina pirsgirêkên avê, civîneke hevbeş a berpirsên avê yên Îran û Tirkiyê hat lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 09, 2021 14:46 Asia/Tehran
  • Civîna hevpar a Îran û Tirkiyê ji bo pêşxistina hevkariya ser sînoran

Bi armanca başkirina hevkariyên li ser sînor û kêmkirina pirsgirêkên avê, civîneke hevbeş a berpirsên avê yên Îran û Tirkiyê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA`yê; Hoşeng Xulamî, Serokê Rêveberiya Çemên ser Sînor û Çavkaniyên Avê yên Hevbeş li Bakurê Rojavayê welêt ya Wezareta Av û Cereyan a Îranê, îro Pêncşemiyê piştî vê civînê got: Di vê hevdîtinê de daxwazên Komara Îslamî ya Îranê û pirsgirêkên ku li sînorên her du welatan derketine û bûne sedema lehî û ziyanên aliyê Îranê hatin şopandin.

Xulamî herwiha got: Ev ziyan zêdetir li herêma Makoyê li ser Çeşme Soraya û Boralan çêbûn û bi hevkariya Tirkiyê sala borî ev ziyan hatin komkirin û kêmkirin.

Beriya vê civînê, şandên Tehran û Enqerê serdana sînorê Îran û Tirkiyê kirin.