Îslamî: Divê Amerîka hemû cezayên zalimane yên li ser Îranê rake
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330360-Îslamî_divê_amerîka_hemû_cezayên_zalimane_yên_li_ser_Îranê_rake
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Amerîka divê hemû dorpêçên zalimane yên ser Îranê rake û rastiya vê yekê îsbat bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 30, 2021 08:40 Asia/Tehran
  • Îslamî: Divê Amerîka hemû cezayên zalimane yên li ser Îranê rake

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Amerîka divê hemû dorpêçên zalimane yên ser Îranê rake û rastiya vê yekê îsbat bike.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Muhemed Îslamî diyar kir ku gotûbêjên Viyenê li ser vegerandina Amerîkayê bo Lihevkirina Navokî ye û got: “Amerîka divê hemû dorpêçên zalimane yên li ser Komara Îslamî ya Îranê rake û rastiya vê kiryarê divê di pratîkî de were îsbatkirin."

Alîkarê Serokomar û Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê li bara encamên serdana vê dawiyê ya Rafael Grossî, Rêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê bo Îranê, got: Gotûbêjên digel Grossî li ser mijarên dualî, berdewamiya hevkariyên Îranê bi IAEA re bû."

Li gorî rapora IRNA`yê, gotûbêjên rakirina dorpêçên ser Îranê ji duh ve li Viyenayê dest pê kirin.