Xeîbî:Îran pabendî Peymana Çavdêrî û Kontrolê ya IAEA ye
Nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî li Viyenê got: Komara Islamî ya Îranê li gorî rêketinama giştalî ya Çavdêrî û Kontrolê ya IAEA (CSA) pabendî erkên xwe bûye û hemî hewlên xwe jibo çareser kirina nîgeranîyên teknîkî yên Ajansê daye.
Li gorî nûçeya IRIB Newsê, "Mihemed Riza Xeîbî" serokê nûneratiya hertimî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Viyenê, roja îniyê li civîna hilkolandina mijarên kontrol û çavdêriyê yên di navbera Îranê û Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê de ragihand: Di derbarê çalakiyên bernama nukleerî ya niha ya Îranê de ku hertim di raporên curbicur de hatiye piştrastkirin, ti pirsgirêkekederbarê Peymana Çavdêrî û Kontrolê nîne.
Xeîbî got: Îranê bi dilxwazî peywendiyên xwe yên piraktîkî û avaker ên curbicur digel IAEA berdewam kiriye û ji nêzîk ve bi IAEA re ji bo çareserkirina kêşeyên girêdayî çend mijarên biçûk kar kiriye.
Nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Navneteweyî yên li Viyenê herwiha got: Mixabin, nêzîkatiya erênî û çêker a Îranê ku nîşan daye, bi têra xwe ji aliyê IAEA ve nehatiye bersivandin, ku eva dibe asteng li peywendiyên pêşerojê yên di navbera her du aliyan de.
Xeîbî herwiha got: Têkiliyên Komara Îslamî ya Îranê bi Ajansê re li gorî erkên xwe yên li gorî Rêkeftina Giştalî ya Çavdêrî û Kontrolê (CSA) tu carî kêm nebûye û Îranê hertim biryardariya xwe ya li ser berdewamiya lihevkirin û hevkariyên avaker bi Ajansê re li gorî sozên xwe yên li peymana CSA wekilandiye. .