Baqiriyê Kenî bi Alîkarê wezîrê derve yê Inglîzê ra civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329972-baqiriyê_kenî_bi_alîkarê_wezîrê_derve_yê_inglîzê_ra_civiya
Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê di dewama şêwirînên xwe yên dîplomatîk li Londonê, bi Alîkarê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê yê Wezîrê karên derve yê Inglîsê ra civiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2021 17:44 Asia/Tehran
  • Baqiriyê Kenî bi Alîkarê wezîrê derve yê Inglîzê ra civiya

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê di dewama şêwirînên xwe yên dîplomatîk li Londonê, bi Alîkarê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê yê Wezîrê karên derve yê Inglîsê ra civiya.

Li gorî rapora IRNAyê, Elî Baqiriyê Kenî, Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê roja pêncşemiyê tev Cêymz Klorolî, Alîkarê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê yê Wezîrê karên derve yê Inglîsê li ava Wezareta derve ya Inglîzê civiya.

Du aliyan di vê civînê da mijarên dualî û pêwendîdar gotûbêj kirin.

Baqiriyê Kenî şeva derbasbûyî di serê taximekê da ji bo şêwirînên dîplomatîk derbasî Londonê bû û sibeha îro di gel pirsporên warê Îranê li ramangehên inglîzî û nûnerên komên fikrî civiya.

Li gorî bernameya ragihandî, Baqiriyê Kenî biryar e ku di gel çend kes ji rayedarên Wezareta derve ya Inglîzê bicive.

Mijarên dualî û gotûbêjên Viyenê ji wan mijaran e ku di destûrkara hevdîtîna Baqirî tev aliyên inglîzî da ye.