Xetîbzade: Peyama civîna Têhranê hevkarî û hevgirtin li dewsa rikeberî û qelaşê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329663-xetîbzade_peyama_civîna_têhranê_hevkarî_û_hevgirtin_li_dewsa_rikeberî_û_qelaşê_ye
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê atmosfera civîna welatên cînarê Efxanistanê erênî û avaker nirxand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2021 14:09 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Peyama civîna Têhranê hevkarî û hevgirtin li dewsa rikeberî û qelaşê ye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê atmosfera civîna welatên cînarê Efxanistanê erênî û avaker nirxand.

Li gorî rapora IRNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê di gotûbêjekê da derbarê muzakireyên wezîrên derve yên welatên cînarê Efxanistanê û Rûsiyê li Têhranê, got: Aniha gotûbêj didomin. Em hewil didin ku hemî wezîrên derve derbarê naveroka daxuyaniyeke hevpar li hev bikin û atmosfer gelekî erênî û avaker e.

 

Wî bi gotina vê yekê ku Têhranê hewil daye ku nuqteya pêkvegihîştina hemî nêrînan û hevgirtina navçeyî be, got: Peyama civîna Têhranê heta niha beşdarî û hevkariya hemî wwelatên navçeyê, dewsa qelaş û rikeberiyê bûye û heta niha vê armancê serê xwe girtiye.