Xetîbzade: Di civîna çar alî ya li ser Efxanistanê de lihevkirinek baş çêbû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i328884-xetîbzade_di_civîna_çar_alî_ya_li_ser_efxanistanê_de_lihevkirinek_baş_çêbû
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê encamên civîna Çaralî ya Îran, Rûsya, Çîn û Pakistanê li ser Efxanistanê de got: "Lihevkirinên baş çêbûne û daxuyaniya wezîran dê di çend saetên pêş de were weşandin."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 17, 2021 12:00 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Di civîna çar alî ya li ser Efxanistanê de lihevkirinek baş çêbû

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê encamên civîna Çaralî ya Îran, Rûsya, Çîn û Pakistanê li ser Efxanistanê de got: "Lihevkirinên baş çêbûne û daxuyaniya wezîran dê di çend saetên pêş de were weşandin."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê  Seîd Xetîbzade, di bersiva pirsa rojnamevanekî ya derbarê encamên civîna çar alî ya Iran, Rûsya, Çîn û Pakîstanê ya li ser Efxanistanê de, got: Danûstandinên berfireh di navbera nûnerên van çar welatan de berî û piştî rûniştina kurt a çaralî ya duh di navbera wezîrên derve yên van çar welatan pêk hat.

Xetîbzade herwiha got: Bê guman, naveroka lihevkirinan bi berfirehî di civînên dualî yên Emîr-Ebdullahiyan de li kêleka Civîna Şanghay bi hevpîşeyên wî yên Rûsî, Çînî û Pakistanî re hate gotûbêj kirin û encam dê li gorî lihevkirina wan werin eşkere kirin.

Xetîbzade tekez kir: Mijar û rêkeftinên hatin kirin, di vê hevdîtinê de jî, ji aliyê her çar wezîran ve hatin pejirandin ku dê di daxuyaniyê de bêne xuyakirin.