Balyozên welatên curbicur bawernamên xwe pêşkêşî "Emîr-Ebdullahiyan" kirin
Balyozên nû yên çend welatan li Tehranê bawernamên xwe pêşkêşî wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê "Husên Emîr-Ebdullahiyan" kirin.
Li gorî bingeha agahdariya Wezareta Karên Derve, Balyozê nû yê Swîsreyê, Christine Dossey, bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê, "Husên Emîr-Ebdullahiyan" re hevdîtinek pêk anî û kopiyek bawernama xwe pêşkêş kir.
Balyozê nû yê Brîtanyayê li Îranê, Simon Shercliffe jî di destpêka wezîfeya xwe de li Wezareta Karên Derve û di hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re, kopiyek ji bawernama xwe pêşkêş kir.
alyozê Komara Avusturya(Otrîşê), Wolf Dietrichheim, Balyozê Sri Lankayê, Gonya Malimage Vipulatija Vishwanata Aponso, û Balyozê Belarûsê li Tehranê, Dmitry Kaltsov, di hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re kopiyên bawernamên xwe jî pêşkêş kirin.