Belavkirina 10 mîlyon dozên vaksîna corona li seranserê Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i327313-belavkirina_10_mîlyon_dozên_vaksîna_corona_li_seranserê_Îranê
Alîkarê Wezîrê Tenduristî , Tedawî û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê di yê karûbarên Tenduristiyê de ji belavkirina mehane ya 10 mîlyon dozên vaksîna korona li seranserê Îranêxeber da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 29, 2021 07:37 Asia/Tehran
  • Belavkirina 10 mîlyon dozên vaksîna corona li seranserê Îranê

Alîkarê Wezîrê Tenduristî , Tedawî û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê di yê karûbarên Tenduristiyê de ji belavkirina mehane ya 10 mîlyon dozên vaksîna korona li seranserê Îranêxeber da.

Li gorî IRNA, "Elîriza Reîsî", Alîkarê Wezîr yê Wezareta Tenduristî, Tedawî û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê, roja Sêşemê got: "Ji Îrlona 2021-an ve, bi kêmî ve her mehê 10 mîlyon dozên cûrbecûr ên coronayê dê jibo parêzgehan werin şandin. "

Elîriza Reîsî herwiha got: "Vaksînlêdan jibo kontrolkirina nexweşîyê û şikandina zincîra vîrusan û qutkirina pêketin û mirina bi korona pir girîng e."

Vîrusa korona ji dawiya 2019an vir ve li Wuhan a Çînê hat dîtin û di demek kurt de li cîhanê belav bû; Di Sibata 2020-an de, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) pandemîbûna vê nexweşiyek piştrast kir.