May 24, 2021 00:27 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Li ser rakirina sedî 95 ji ambargoyan lihevkirin çê bûye

Alîkarê Siyasî yê Wezîrê derve yê Îranê û serokê şandeya danûstandinê ya Îranê Ebas Iraqçî tekez kir ku li ser rakirina sedî 95 ji ambargoyan lihevkirin çê bûye.

Li gorî Iran Press, Seyd Ebas Iraqçî piştî vegerîna ji danûstandinên Viyenayê îro li civîna Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Îranê ya Şêwra Îslamî beşda bû û raberkirina raporekê derbarê van danûstandinan de got:  Ji sedî 95 boykot û siza hatine rakirin.

Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Îranê ya Şêwra Îslamî Şehryar Heyderî di hevpeyvîna bi nûçegihanê Iran Pressê got: Iraqçî got ku % 5 jî tê gotûbêj kirin û ev 5% dê di domandina danûstandinan de bê rakirin.

Li gorî gotina Heyderî: Iraqçî ragihandiye ku siza li du beşên giştî û şexsî hatine sepandin ku her du beş cida cida hatine gotûbêjkirin û piraniya sizayên giştî hatine rakirin.

Serepeyv