Nimêja Cejna pîroz a Remezanê li seranserî Îrana Îslamî hat xwendin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326285-nimêja_cejna_pîroz_a_remezanê_li_seranserî_Îrana_Îslamî_hat_xwendin
Gelê bawermend û xwedêxwaz ê Îrana Îslamî piştî mehekê rojîgirtinê, nimêja Cejna pîroz a Remezanê bi berçavgirtina şêwaznameyên paqijiyê li mizgeft, tirbên pîroz û îmamzadeyan xwend.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 13, 2021 09:13 Asia/Tehran
  • Nimêja Cejna pîroz a Remezanê li seranserî Îrana Îslamî hat xwendin

Gelê bawermend û xwedêxwaz ê Îrana Îslamî piştî mehekê rojîgirtinê, nimêja Cejna pîroz a Remezanê bi berçavgirtina şêwaznameyên paqijiyê li mizgeft, tirbên pîroz û îmamzadeyan xwend.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Rojîgiran roja Pêncşemiyê û piştî mehekê mêvaniya Xwedê, ji yekemîn saetên beyanî va bi amadebûna li cihê servekirî yê mizgeft , tirbên pîroz refên nimêjê li gorî rêzikên paqijiyê pêk anîn û nimêja Cejna Fitrê (Cejna pîroz a Remezanê) li seranserî welêt bi coş xwend.

Nimêja Cejna pîroz a Remezanê li bajarê Sor û Pirteqalî (ji hêla xetera Koronayê va) di atmossfera vekirî û li bajarê zer û şîn li gorî plana rêveberiya hişmend li nimêjgeh û mizgeftan hat xwendin.

Cejna pîroz a Remezanê ya îsal li Têhranê bi pêşnimêjiya Huccet ul-islam wek-Muslimîn Mistefa Rosstemî Serokê saziya Nûnertiya Rêberê mezin ê Înqilabê li zanîngehan û ji ber hebûan Vîrûsa Koronayê bi berçavgirtina rêzikên taybet li atmosfera vekirî zanîngeha Têhranê hat xwendin.