Xetîbzade: Amerîka nikare di heman demê de du bijardeyan bişopîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i325517-xetîbzade_amerîka_nikare_di_heman_demê_de_du_bijardeyan_bişopîne
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku Amerîka nikare di heman demê de du bijardeyan bişopîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 10, 2021 19:41 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Amerîka nikare di heman demê de du bijardeyan bişopîne

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku Amerîka nikare di heman demê de du bijardeyan bişopîne.

Li gor IRIB Newsê, Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade, îro şemiyê li ser rûpela xwe ya şexsî nivîsand: "Serokomarê Amerîka Joe Biden nikare di heman demê de du bijardeyan bişopîne."

Xetîbzade herwiha gotû ku Biden dikare bi Rêkeftina Navokî re bimîne an jî bi etîketên derewîn ên serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump re di cezayên di Rêkeftina Navokî de israr bike.
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku Biden nikare du bijardeyan bi hev re bişopîne.

"Seyd Ebas Iraqçî", cîgirê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, tekez kir ku Îran dixwaze vegerandinek rast li modela Rêkeftina Navokî bike û got ku Îran di mijara rakirina sizayan de xwediyê helwestek mentiqî û maqûl e.

Danûstandinên di navbera Îran û welatên koma 4 + 1 de li Viyana hîn jî berdewam in.