Heta îro 10ê Sibata 2021ê - Derdora miliyonek û 272 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Sibat 10, 2021 14:42 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 488 hezar û 981 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 272 hezar û 278 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 7585 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 488 hezar û 981 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 61 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 58 hezar û 686 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 107 miliyon kesî.