Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê çû Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i323937-serokê_saziya_dadweriyê_ya_Îranê_çû_bexdayê
Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê di serê desteyeke payebilind a dadweriyê berê xwe da Bexdayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 08, 2021 16:29 Asia/Tehran
  • Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê çû Bexdayê

Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê di serê desteyeke payebilind a dadweriyê berê xwe da Bexdayê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Hucet ul-Islam wel-Muslimîn Seyid Ibrahîm Reîsî li ser vexwendina fermî ya Faiq Zîdan Serokê Konseya Bilind a Dadwertiyê ya Iraqê, di serê desteyeke bilind a dadweriyê da berê xwe da Bexdayê.

Wajokirina çend têgihîştinnameyan navbera du welatan di çarçova hevkariya dadwerî û hiqûqî da ji armancên vê seferê ye.

Di kêleka vê seferê da, dê hin têgihîştinname digel Wezareta Dadwerî, Desteya Zelalkirinê û Komîsaryaya Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê werin wajokirin.