Rojavayê Iraqê; 3 terorîst hatin girtin û 7 veşartîgehên wan hat wêrankirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i323585-rojavayê_iraqê_3_terorîst_hatin_girtin_û_7_veşartîgehên_wan_hat_wêrankirin
Artêşa Iraqê Çarşemiyê bi şev qala girtina sê terorîstên DAIŞê û jinavbirina 7 veşartîgehên vê koma terorîstî li parêzgeha Enbarê li rojavayê vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2021 04:27 Asia/Tehran
  • Rojavayê Iraqê; 3 terorîst hatin girtin û 7 veşartîgehên wan hat wêrankirin

Artêşa Iraqê Çarşemiyê bi şev qala girtina sê terorîstên DAIŞê û jinavbirina 7 veşartîgehên vê koma terorîstî li parêzgeha Enbarê li rojavayê vî welatî kir.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Artêşa Iraqê ragihand, ev sê terorîst di operasiyona hevpar a hêzên artêş û Heşda Şeibiyê li navçeya Cezîreyê ya parêzgeha Enbarê hatone girtin.

Di vê operasiyonê da her wiha 7 veşartîgehên DAIŞê hatin keşfkirin û jinavbirin.