Ayetullah Misbah Yezdî emrê Xwedê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i322784-ayetullah_misbah_yezdî_emrê_xwedê_kir
Ayetullah "Muhemed Teqî Misbah Yezdî", endamê Civata Pisporên Rêberiyê û serokê Enstîtuya Perwerde û Lêkolînê ya Îmam Xumeynî (RE) êvara Înê piştî çend rojan razana li nexweşcanê, xatirê xwe ji vê dunyayê fanî xwest.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 01, 2021 19:12 Asia/Tehran
  • Ayetullah Misbah Yezdî emrê Xwedê kir

Ayetullah "Muhemed Teqî Misbah Yezdî", endamê Civata Pisporên Rêberiyê û serokê Enstîtuya Perwerde û Lêkolînê ya Îmam Xumeynî (RE) êvara Înê piştî çend rojan razana li nexweşcanê, xatirê xwe ji vê dunyayê fanî xwest.

Ayetûllah "Muhemed Teqî Misbah Yezdî", mûctehîd, fîlozof, şîrovekarê Quranê û mamosteyê Navenda Zanistên Olî (Huzeya Îlmiye) ya Qomê, ji ber nexweşiyê eva nêzîkî mehek e ku li nexweşxanê de bû û dihat dermankirin.

Serokê Enstîtuya Perwerde û Lêkolînê ya Îmam Xumeynî (RE), endamtiya Meclîsa Pisporên Rêberiyê, endamtiya Konseya bilind a Înqilaba Çandî, endamtiya Civata Mamosteyên Huzeya Îlmiye ya Qomê û serokê Konseya  Bilind a Meclîsa Cîhanî ya Ehl-Beytê ji berpirsiatên Ayetullah Misbah Yezdî bûn.

Li ser zanistên îslamî di warên wekî şîrove, felsefe û zanînên îslamî de gelek xebatên wî hene; Di nav pirtûkên wî de "Hînkirina Felsefeyê", "Exlaq di Quranê de" û "Teoriya Siyasî ya Îslamê" hene.