Karbidestê Rûsî: Fexrîzadeh bi çira kesk a Amerîkayê hate terorkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i321806-karbidestê_rûsî_fexrîzadeh_bi_çira_kesk_a_amerîkayê_hate_terorkirin
Alîkarê balyozê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî got: Terorkirina zanyarê îranî bi çiraya kesk ya Amerîkayê di çarçova terorên sîyasî yên derveyê sînoran de hatiye kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 27, 2020 22:47 Asia/Tehran
  • Karbidestê Rûsî: Fexrîzadeh bi çira kesk a Amerîkayê hate terorkirin

Alîkarê balyozê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî got: Terorkirina zanyarê îranî bi çiraya kesk ya Amerîkayê di çarçova terorên sîyasî yên derveyê sînoran de hatiye kirin.

Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê, berêvara roja Înê di encama êrişek terorîstî li derdora Tehranê şehîd bû.

Li gorî IRNA, Dmitry Polyansky roja Înê, di berteka şehadeta "Muhsin Fexrîzadeh" serokê Navenda Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Parastin û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê de bal kişand ser rapora New York Times kir ku ji zarê sê karbidestên îstixbaratî, Rejîma Siyonîstî wek berpirsa vê terorkirinê dabû zanîn, ev mesele xiste rojevê.

Vî karbidestê rûs li ser Twitterê nivîsî: "Ya ku tehlîlû şiroveya New York Times diyar dike û dibêje, karvedaneke ji amadebûna Amerîkayê da ku ku çiraya kesk ji terorên siyasî yên serveyî sînoran vêxe" .

Alîkarê balyozê Rûs yê li Neteweyên Yekbûyî got: "Eva ne tiştek e ku welatek demokratîk pê şanaziyê bike."