Çûyîna Zerîf bo Komara Azerbaycanê û Rûsiyê paşda ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i321614-Çûyîna_zerîf_bo_komara_azerbaycanê_û_rûsiyê_paşda_ket
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê qala paşdaketina çûyîna Muhemed Cewad Zerîf bo Rûsiye û Komara Azerbaycanê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2020 17:02 Asia/Tehran
  • Çûyîna Zerîf bo Komara Azerbaycanê û Rûsiyê paşda ket

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê qala paşdaketina çûyîna Muhemed Cewad Zerîf bo Rûsiye û Komara Azerbaycanê kir.

Li gorî rapora Dayireya giştî ya Ragihandin û karên berdevkiyê ya Wezareta karên derve, Seîd Xetîbzade Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê hegera paşdaketina bernameya çûyîna vê hefteyê ya Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê bo Mosko û Bakûyê, bernameya taybet a dewleta dewletê û pêwîstiya beşdariya gişt wezîr û endamên Kabîneyê di vê civînê da da zanîn.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê Pêncşemiyê bi şev li ser hesaba xwe ya twitterê qala çûyîna Muhemed Cewad Zerîf bo Rûsiye û Komara Azerbaycanê di rojên Duşemî û Sêşemiya vê hefteyê da kiribû.