Sînordanînên Koronayî ji îro Şemiyê va li seranserî Îranê destpê dibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i321596-sînordanînên_koronayî_ji_îro_Şemiyê_va_li_seranserî_Îranê_destpê_dibin
Plana sînordaariyên Koronayî jibo pêşîlêgirtin li belavbûna zêdetir a Vîrûsa Koronayê îro şemiyê li seranserî Îranê destpê bû û dê heta du hefteyan were domandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2020 07:46 Asia/Tehran
  • Sînordanînên Koronayî ji îro Şemiyê va li seranserî Îranê destpê dibin

Plana sînordaariyên Koronayî jibo pêşîlêgirtin li belavbûna zêdetir a Vîrûsa Koronayê îro şemiyê li seranserî Îranê destpê bû û dê heta du hefteyan were domandin.

Li gorî gotina Elîreza Reîsî Berdevkê Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê ya Îranê, 124 bajar di rewşa sor da, derdora 150 bajar Narincî (pirteqalî) û 98 bajar jî di rewşa Zer da ne.

Reîsî her wiha got: 25 navendên parêzgehan ketine rewşa Hişyariyê yanî rewşa Sor.

Berpirsên Wezareta Tendurustiyê ya Îranê li ser vê bawerê ne ku hegera sereke ya veguhestina Vîrûsa Koronayê kombûnên navmalî ye; Kombûnên ku piştî rihetbûna ji kar û di şevan da pêk tê.

Îrec Herîrçî, alîkarê giştî yê Wezîrê Tendurustiyê yê Îranê tevî pêgiriya li ser lidarnexistina kombûnên navmalî, got: Kombûnên navmalî sedî 51ê hegera veguhestina bûne. û ji ber vê yekê ji saet 21 da (9ê Şevê) sînordariya hatûçûnê hatiye berçavgirtin.