Mijdar 20, 2020 19:34 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Nûçeya têkiliya Araqçî bi ekîba Joe Biden re derew e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê nûçeya derbarê têkiliya Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi ekîba Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden re "sexte" bi nav kir û wiha got: "Nûçegihaniya zer li hin medya bûye adetek hevpar, nemaze di van rojana de."

Îro Înê, Seîd Xetîbzade, berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, nûçeya New York Times derbarê pêwendî û têkeliya cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Seyd Abbas Iraqçî bi ekîba Joe Biden re, nûçeyeke tan nerast û derew da zanîn.
New York Times, ji zarê çavkaniyên dîplomatîk îdia kir ku Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyd Abbas Iraqçî hewl da ku piştî hilbijartina Amerîkayê bi riya navbeynkaran vê peyamê bigihîne guhê serokomarê nû yê hilbijartî Joe Biden ku divê Waşîngton berî destpêkirina guftûgoyan, bê şert û merc vegere ser Rêketina Navokî.

Serepeyv