Îrana îro; Bikaranîna Bernameya 'QR Code'ê di pergala perwerdehiyê da destpê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i321410-Îrana_îro_bikaranîna_bernameya_'qr_code'ê_di_pergala_perwerdehiyê_da_destpê_bû
Bikaranîna Bernameya 'QR Code'ê cara yekem li welêt bi dîzayna xortekî mehmûd abadî bi navê Ehmed Nîkpêy û bi awayê paylot li dibistanên vî bajarî destpê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 15, 2020 06:01 Asia/Tehran
  • Îrana îro; Bikaranîna Bernameya 'QR Code'ê di pergala perwerdehiyê da destpê bû

Bikaranîna Bernameya 'QR Code'ê cara yekem li welêt bi dîzayna xortekî mehmûd abadî bi navê Ehmed Nîkpêy û bi awayê paylot li dibistanên vî bajarî destpê bû.

Bernameya 'QR Code'ê ku kurtkirî ya QR=Quick Response (Kodeya Bersiva Lez) e, cûreke Barkoda du berûlayî ye ku dikare bi bikaranîna Jîrefonan (Smartphone) û amûrên taybet yên xwendina Koda QR'ê were xwendin û bi awayê rasterast li nivîs, Email, Malper, hejmara telefonê û hwd were lînkkirin.

Di vê bernameyê da ji bo gişt pileyên perwerdehiyê ji pola yekem a seretayî heta Pola duwazdehem, fîlmên fêrkirinê yên pirtûkên dersê bi riya Barkodan bo pergala mazandmohtava.ir tên şandin û bi skenkirina mobaylê li ser barkoda zeliqandî li ser rûpelên pirtûkê, xwendekar dikarin wan bi kar bînin.