Ruhanî: Dewrana zext û zora herî zêde nêzîkî dawiya xwe bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i321317-ruhanî_dewrana_zext_û_zora_herî_zêde_nêzîkî_dawiya_xwe_bûye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî desnîşan kir ku dewrana zext û zora herî zêde nêzîkî dawiya xwe bûye û got: Netewê Îranê bi zûtî encama berxwedan û rawestan xwe bidest têxe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 12, 2020 11:55 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Dewrana zext û zora herî zêde nêzîkî dawiya xwe bûye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî desnîşan kir ku dewrana zext û zora herî zêde nêzîkî dawiya xwe bûye û got: Netewê Îranê bi zûtî encama berxwedan û rawestan xwe bidest têxe.

Ruhanî îro pêşncşemê li merasima desbikarkirina projên perwerdehî û dermanî ku bi awayekî konferas-vêdeo li dar ket , got: Roja îro gişt mişane li cîhanê ji Amerîka bigire heya welatên din eyan dikin ku zext û zora herî zêde nagihêje encamê û dewrana wê ber bi dawiya xwe dimeşe.

Ruhanî hêvîdariya xwe diyar kir ku bi saya hewldana gişt dezgehên dewletî û alîkariya gel Komara Îslamî ya Îranê wê bikare rojên dijwar ên boykotên zalimane û neqanûnî yên dijminan derbas bike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê de diyar kir ku pêşketin, geşepêdan, serxwebûn û ewlehiya netewyî bi saya perwerdekirina ewladên Îrana Îslamî pêkane û got: Vekirin û desbikarkirina yek hezar û 550 projeyên perwerdehî û fêrkariyê di rojekê de û zêdebûna rojê 27 klasên dersê ser gişt klesên heyî nîşana hewldana taybet a dewletê ji bo pêşxistina zanist, çand û fêrkarî û perwerdehiyê ye.

Ruhanî herwiha bal kişande ser desbikarkirina sê projeyên tendirustiyê û dermankirinê û got: Komara Îslamî ya Îranê bi saya alîkariya dixtor û pisporên dilsoj û wezîfenas îro di rêza welatên pêşketî di warê zanist û pisporiya tibî  ye û gelek ji nexweşên welatên cîhanê ji bo dermankirinê têne Îranê.

Merasima vekirin û desbikarkirina yek hezar û 550 projeyên perwerdehî û fêrkariyê û desbikarkirina sê projeyên tendirustiyê û dermankirinê  û fêrkariya pizişkî li Kirman, Qom û Meşhedê îr bi vîdeo-konferansa Serokê Komara Îslamî ya Îranê li dar ket.