Iraqçî: Nêrîna Îranê pêkanîna agirbesê li navçeya Qerebaxê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i320894-iraqçî_nêrîna_Îranê_pêkanîna_agirbesê_li_navçeya_qerebaxê_ye
Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê li ser pêkanîna agirbesê li navçeya kêşeliser a Qerebaxê pêgirî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 30, 2020 07:54 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Nêrîna Îranê pêkanîna agirbesê li navçeya Qerebaxê ye

Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê li ser pêkanîna agirbesê li navçeya kêşeliser a Qerebaxê pêgirî kir.

Seyid Ebas Iraqçî, Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê roja Îniyê di hevdîtina bi Zohrab Mnatsakaniyan, Wezîrê karên derve yê Ermenistanê, pêşniyara Îranê jibo pêkanîna agorbesê li navçeya Qerebaxê radestî wî kir û destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îran xwedan zirûfên pêwîst jibo hevkariyê ye.

Mnatsakaniyan jî bi gotina viya ku Ermenistan hestyariyên Îranê têkildarî gefêîn nû yên ewlehiyê li navçeyê dizane, ji rola Komara Îslamî di parastina aramiya navçeyî û aştiyê pêşwazî kir.