Ruhanî: Amerîka nikariye hedefên xwe yên li dijî Îranê bi dest bêxe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i319409-ruhanî_amerîka_nikariye_hedefên_xwe_yên_li_dijî_Îranê_bi_dest_bêxe
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî bal kişand ser kar û kiryarên Amerîkayê û boykotên wê yên zalimane li dijî Îranê û got: Bê şik Amerîka nikare bigihêje hedefên xwe yên li dijî Îranê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 09, 2020 18:37 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Amerîka nikariye hedefên xwe yên li dijî Îranê bi dest bêxe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî bal kişand ser kar û kiryarên Amerîkayê û boykotên wê yên zalimane li dijî Îranê û got: Bê şik Amerîka nikare bigihêje hedefên xwe yên li dijî Îranê.

Ruhanî îro li rûniştina dewletê anî ziman ku Amerîka wer difikirî ku bi boykot û zext û zoran dikare xelkê Îranê bi teqîne , lê ne tenê ew negihêştin hedefên xwe di vê barê de belkî li cîhanê û li cem Konseya Ewlehiya NY û xelkê xwe jî romet û şerefa xwe winda kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got ku dijmin bi çêkirina kanalên nûçeyan ên derewîn, propagand û şantajên zav li dijî me û berjiwendiyên me ê netew bi rê xistin. Ev kanal û medyayên derewîn her roj bi hicetekê derbarê meselekê fukar û endîşê çê dikin û aloziyê li bazarê pêk tînin, lê gelê me bi hişyarî van kiryarên wan pûç dikin.

Ruhanî herwiha qedirzaniya berxwedan û tamulkirina xelkê li ber zext û zorê kir û got ku xelkê gişt qawat û rayedaran jî gişt karîna xwe di vê rewşa dijwar bikar tînin û terseyî pirsgirêkên zav û pandemya Koronayê niha em ketine nav riya pêşketina aborî.