Zerîf li ser piştgiriya Îranê ji Filistînê pêgîrî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i318649-zerîf_li_ser_piştgiriya_Îranê_ji_filistînê_pêgîrî_kir
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf şeva borî li gotûbêja telefonî bi serokê mekteba siyasî ya HAMASê Îsmayîl Heniye re lihevkirina Îmarat û Rejîma Siyonîstî şermezar kir û got: Komara Îslamî ya Îranê hertim piştgiriya gelê Filistînê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 15, 2020 05:18 Asia/Tehran
  • Zerîf li ser piştgiriya Îranê ji Filistînê pêgîrî kir

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf şeva borî li gotûbêja telefonî bi serokê mekteba siyasî ya HAMASê Îsmayîl Heniye re lihevkirina Îmarat û Rejîma Siyonîstî şermezar kir û got: Komara Îslamî ya Îranê hertim piştgiriya gelê Filistînê dike.

Li gor ajansa Tesnîmê ya Îranê, Îsmayîl Heniye jî di vê gotûbêjê de sipasiya rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, dewlet û netewê Îranê kir ji ber piştgiriya wan ji gelê filistînê û desnîşan kir ku berxwedan û têkoşana li ber dagirkeriyê berdewam dike û qet ew nakeve bin bandora kiryarên xiyanetkarane ên mîna kiryarên Îmaratê. 

Serokê mekteba siyasî ya HAMASê di dewama pêwendiya xwe bi rayedarê û serokên komên filistînî ji wan xwest ku li hemberî kiryarên xiyanetkarane dest bidin hevdu û siyaset û helwêsteke hevbeş bigirin ber xwe.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê diyar kir ku Rejîma Îsraîlê û Îmaratê li hev kirin ku pêwendiyên xwe normal bikin.

Ev kiryara Îmaretê li cîhana Îslamê de rastî rexneyên tund hat û welat û kesayetiyên îslamî ev kiryar wek xiyaneta li armancên filistînî nirxandin û ew şermezar kirin.