Ji ber teqîna Kilînîka dermanî li bakurê Têhranê 19 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i317311-ji_ber_teqîna_kilînîka_dermanî_li_bakurê_têhranê_19_kes_mirin
Berdevkê Rêxistina Vemirandina Êgir a Şaredariya Têhranê tevî amajeya bi bûyera agirpêketinê li kilînîka dermanî li bakurê paytexta Îranê ji ber teqîna Kepsûla Oksîjenê, got: Hejmara kuştiyên vê bûyerê gihîştiye 19 û ya birîndaran jî gihîştiye 14 kesî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 01, 2020 05:17 Asia/Tehran
  • Ji ber teqîna Kilînîka dermanî li bakurê Têhranê 19 kes mirin

Berdevkê Rêxistina Vemirandina Êgir a Şaredariya Têhranê tevî amajeya bi bûyera agirpêketinê li kilînîka dermanî li bakurê paytexta Îranê ji ber teqîna Kepsûla Oksîjenê, got: Hejmara kuştiyên vê bûyerê gihîştiye 19 û ya birîndaran jî gihîştiye 14 kesî.

Celal Melikî, Berdevkê Rêxistina Vemirandina Êgir a Şaredariya Têhranê berbanga Çarşemiyê bi gotina vê yekê ku operasiyona lêgerînê hema wisa didome, got: Bi hwildana hêzên vemirandina êgir, 20 kesên ku di dema qewimîna bûyerê da li nav avahiyê bûn, hatin filitandin.

Melikî her wiha qala damirandina agirê pêketî bi vê kilînîka dermanî kir.

Sêşemiyê bi şev ji ber agirpêketin û teqîna kepsûla Oksîjenê li qada yekem a bin erdê li klînîkeke dermanî ya 5 qatî, beşek ji vê avahiyê hat wêrankirin.