Li Klînîka Sîna Ether a Tehranê ji ber kepsûla gazê teqînek pêk hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i317302-li_klînîka_sîna_ether_a_tehranê_ji_ber_kepsûla_gazê_teqînek_pêk_hat
Navenda Ûrjansa Tehranê ragihand ku li bakurê Tehranê li klînîkek jêrtirî meydana Qudsa Tecrîşê ji ber teqîna ku muhtemel e ji ber teqîna kepsûla gazê bibe agirpêketinek çê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 30, 2020 18:42 Asia/Tehran
  • Li Klînîka Sîna Ether a Tehranê ji ber kepsûla gazê teqînek pêk hat

Navenda Ûrjansa Tehranê ragihand ku li bakurê Tehranê li klînîkek jêrtirî meydana Qudsa Tecrîşê ji ber teqîna ku muhtemel e ji ber teqîna kepsûla gazê bibe agirpêketinek çê bû.

Ajansa Nûçeyan a "ISNAyê"  ragihand ku teqîna ku sedema wê muhtemel e  kepsûla gazê bibe li mjêrtirî meydana Qudsa Tecrîşê bû sedema hin wêraniyên Klînîka Sîna Ether û avahiyên derdorê û şikestina ûşên hin avahiyan bi taybet ya galeriyekê. 

Herwiha hat ragihandin ku ev teqîn bû sedema birîndarbûna 3 kesan.

Navenda tenduristiyê ya "Sîna Ether" ya li bakurê kolana Şerîetî navendeke radiyolojiyê ye.

Berdevkê Rêxistina Agirvetemirandinê ya Tehranê Celal Melikî got: Niha agirê ketî navenda dermanî ya Sîna Ether hatiye kontrolkirin .

Wî got ku 4 dezgehên agirvemirandinê şandine cihê bûyerê û kedkarên vê rêxistinê ketin nav navendê daku kesên mayî di nav vê navendê jê derxin.