Xerîbabadî: Îran xwazyarê baştirîn peywendîyan digel welatên cînar e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i308215-xerîbabadî_Îran_xwazyarê_baştirîn_peywendîyan_digel_welatên_cînar_e
Balyoz û Nunerê Dayimî yê Îranê li Sazîyên Navnetewî yên li Vîyenê got: Komara Islamî ya Îranê dixwaze peywendîyên herîbaş bi welatên cînarê xwe re li Kendava Farsê hebe û ji pêşnîyara bo gotûbêjê pêşwazîyê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 13, 2019 04:23 Asia/Tehran
  • Xerîbabadî: Îran xwazyarê baştirîn peywendîyan digel welatên cînar e

Balyoz û Nunerê Dayimî yê Îranê li Sazîyên Navnetewî yên li Vîyenê got: Komara Islamî ya Îranê dixwaze peywendîyên herîbaş bi welatên cînarê xwe re li Kendava Farsê hebe û ji pêşnîyara bo gotûbêjê pêşwazîyê dike.

Balyoz û Nunerê Dayimî yê Îranê li Sazîyên Navnetewî yên li Vîyenê Kazim Xerîbabadî herwiha got: Îranê heta nika pêşnîyarên curbicur ji wan pêkanîna ``civata gotûbêjên navçeyî`` û `` wajokirina peymana êrişnekirinê di navbera welatên herêmê de`` raber kirine.

Xerîbabadî herwiha got: Hin welatên navçê nemaze Erebistan û Imarat mayîna xwe di dewama şer û gêreyê li herêmê de dibînin û jibo dapêçana lawazîyên xwe dewsa piştkutana li gel, girêdayîyê welatên çêkerê çek û rextan in.

Balyoz û Nunerê Dayimî yê Îranê li Sazîyên Navnetewî yên li Vîyenê herwiha got: Erebistan planeke nezelal a navokî cih tîne û pêş dixe, di halekî da ku ew welata endamê Peymana Qedexekirina Berfirekirina Çekên Atomî (NPT) ye û rêketinama tam digel Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomî (IAEA) wajo kirîye.