Çend nûçeyên werzişî yên li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i359750-Çend_nûçeyên_werzişî_yên_li_Îranê
Tîma kurikan a guleşta ferengî ya ciwanên Îranê pileya duyem a Guleşta Ferengî ya Ciwanên Cîhanê bi dest xist.
(last modified 2026-08-20T14:24:12+00:00 )
Tebax 20, 2026 14:46 Asia/Tehran
  • Çend nûçeyên werzişî yên li Îranê

Tîma kurikan a guleşta ferengî ya ciwanên Îranê pileya duyem a Guleşta Ferengî ya Ciwanên Cîhanê bi dest xist.

Tîma kurikan a guleşta ferengî ya ciwanên Îranê, bi bidestxistina 5 mîdalan ku ji mîdalek zêr û çar mîdalên boronz pêk hatiye û 109 pûenan, pileya duyem a Guleşta Ferengî ya Ciwanên Cîhanê li Slovakiyê bi dest xist.

 

Peyama pîrozbahiyê ya Wezîrê Werziş û Ciwanan bo tîma guleşta ferengî ya ciwana a Îranê

Ehmed Dûnyamalî, Wezîrê Werziş û Ciwanan got: Guleştî careke din şiyana Îraqnê di bidestanîna mîdalan li werzişî cîhanê de nîşanî hemû dinyayê da. Ez vê serkevtinê li kesên ku mîdal bi dest xistine, kadroya teknîkî û sergêr û herwiha berpirsên federasiyonê pîroz dikim û di warê perwerdekirina qaremanan de  rêzê li rola malbatan digirim.

Tîma kurikan a volîbola kêmtir ji 17 salan a Îranê di pêngava yekem de bi hêz bi ser ket

Tîma kurikan a volîbola kêmtir ji 17 salan a Îranê, di lîstika yekem a qonaxa destpêkê ji koma 5`an a pêşbirkan de bi Elcezayêrê re lîst û 3-0 ji vê tîmê bir

 

Dûnyamalî: Komavahiya werzişî ya 22`ê Gulanê li Sinê di welêt de bêmînak e

 

Wezîrê Werziş û Ciwanan dema seredana li komavahiya werzişî ya 6 hezar kesî ya 22`ê Gulanê ya Sinê, vê komavahiyê yek ji komavahiyên herî baş ên werzişê yên welêt ji hêla mîmarî û bedewiyê ve binav kir.