Nimandina pirtûka`` Hilhatina Pergala nû ya Cîhanî`` li Bexdayê
Civîna `` Hilhatina Pergala nû ya Cîhanî`` di hizra Rêberê Şoreşa Îslamî, Ayetullah Seyd Mucteba Huseyniyê Xamineyî, êvara şemiyê bi beşdariya hejmarek kesayetiyên çandî, akademîsyen û siyasetmedar û Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê hat lidarxistin.
Di vê civînê de, pirtûka `` Hilhatina Pergala nû ya Cîhanî`` hat nimandin. Ev pirtûk avir daye ser jiyan û bîr û rayên Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Îslamî, Hz. Ayetullah Seyd Mucteba Huseyniyê Xamineyî.
Şêx Homam Hemûdî, Serokê Meclisa Bilind a Îslamîya Iraqê, Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê berê yê Iraqê, Nûr Adil, parlemanterê Iraqê, Muhemed Kazim Alê Sadiq, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê û Muhemed Exgerî, Cîgirê Berpirsê karûbarên navneteweyî yê nivîsgeha Parastin û Belavkirina berhemên Rêberê Şoreşa Îslamî beşdarê vê merasimê bûn.