Beşdariya Îranê li Pêşangeha Pirtûkan a Frankfortê
Şêwirmendê zanistî, çandî û rêveberiyê yê Alîkarê Karûbarên Çandî yê Wezareta Çand û Îrşada Îslamî ya Îranê ragihand: Sekreterxaneya plana Grent û Floşîpa Pirtûkan a Tehranê beşdarî dora 77an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirrtûkan a Frankfortê bûye.
Eyûb Dêhqankar herwiha got: Bi armanca pêkanîna bernameya mezin a Wezareta Çand û Îrşada Îslamî di hikûmeta çardehem da derbarê geşepêdana dîplomasiya çandî û bi armanca pêşxistina hevkariyên çandî di warê pirtûk û weşanê da, îsal em beşdarî dora 77an a Pêşangeha Pirtûkan a Frankfortê bûne.
Wî tevî amajeya bi vêya ku yek ji siyaset û bernameyên cîgirtiya çandî ya vê wezaretê alîkarî bo geşepêdana hinardekirinên çandî ji wan pirtûkan e, herwiha got: Li nav berhemên çandî, hinardekirina pirtûkan xwedan giringiyeke taybet e, ji ber ku hinardekirina pirtûkan bi rêya wergerê û weşandina wan ji aliyê weşanên welatên din va tê wateya hinardekirina hizr û raman û cîhanbîniya îranî û îslamî bo deverên din ên cîhanê.