Hekemê îranî bû cîgirê Serokê Komîteya Hekeman a Yekîtiya Tekvandoyê ya Asyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i341529-hekemê_îranî_bû_cîgirê_serokê_komîteya_hekeman_a_yekîtiya_tekvandoyê_ya_asyayê
Serokê Komîteya Hekeman a Federasyona Tekvandoyê ya Îranê bû Cîgirê Serokê Komîteya Hekeman a Yekîtiya Tekvandoyê ya Asyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2023 16:33 Asia/Tehran
  • Hekemê îranî bû cîgirê Serokê Komîteya Hekeman a Yekîtiya Tekvandoyê ya Asyayê

Serokê Komîteya Hekeman a Federasyona Tekvandoyê ya Îranê bû Cîgirê Serokê Komîteya Hekeman a Yekîtiya Tekvandoyê ya Asyayê.

Li gorî rapora IRNA'yê, Yekîtiya Tekvandoyê ya Asyayê Şehram Erbabî hekemê xwedî pileya yekem a navneteweyî û Serokê Komîteya Hekeman a Federasyona Tekvandoyê ya Îranê wek Cîgirê Serokê Komîteya Hekeman a Yekîtiya Tekvandoyê ya Asyayê bijart.

Erbabêî pêştir di du dorên pêşbirkên Olempîkê yên 2008 li Pikenê û 2012 li Londonê û çend dorên pêşbirkên qaremaniya cîhanê hekemtî kiriye.

Erbabî sala 2012an wek Hekemê herî baş ê cîhanê hat bijartin.

Erbabî her wiha yek ji şansên hekemtiyê di pêşbirkên Tekvandoyê yên Lîstikên Olempîka Parîsê ye.