Îran bû mazûvana civîna Desteya Kargêr a Komîteya Para-Olempîka Asyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i340631-Îran_bû_mazûvana_civîna_desteya_kargêr_a_komîteya_para_olempîka_asyayê
Civîna 30’an a taxima kargêr a Komîteya Para-Olempîka Asyayê(APC), wê bi mazûvaniya Komîteya Neteweyî ya Para-Olempîkê ya Îranê were lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2023 14:48 Asia/Tehran
  •  Îran bû mazûvana civîna Desteya Kargêr a Komîteya Para-Olempîka Asyayê

Civîna 30’an a taxima kargêr a Komîteya Para-Olempîka Asyayê(APC), wê bi mazûvaniya Komîteya Neteweyî ya Para-Olempîkê ya Îranê were lidarxistin.

Komîteya Neteweyî ya Para-Olempîka Îranê ji bo cara yekem a di dema karê xwe da, wê bibe mazûvana civîna Taxima Kargêr a Komîteya Para-Olempîka Asyayê.

Ev civîna wê di 26 heta 30’ê Gulana 2023’an da li Têhranê û bi serokatiya Macid Raşid, Serokê Komîteya Para-Olempîka Asyayê û bi beşdariya endamên taximên kargêr ên Japon, Fîlîpîn, Çîn, Uzbekistan, Mîrekên Yekgirtî yên Ereb (Imarat), Koreya Başûr, Qezaqistan, Pakistan, Mixolistan, Erebistan û Malêziyê were lidarxistin.

Civîna sisêyan a desteya kargêr a Komîteya Para-Olempîka Asyayê, civîna herî dawîn a berî birêveçûna Pêşbirkên Para-Asyayî yên Hangjo-2022’yê tê hesêb.