Deb û rismên Newrozê yên kevn li Efxanistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i340275-deb_û_rismên_newrozê_yên_kevn_li_efxanistanê
Gelê Efxanistanê di bereberê hatina Newroz û Sersalê, bi amadekariyên taybet çûne pêşwaziya vê cejna kevnar.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 20, 2023 14:56 Asia/Tehran
  • Deb û rismên Newrozê yên kevn li Efxanistanê

Gelê Efxanistanê di bereberê hatina Newroz û Sersalê, bi amadekariyên taybet çûne pêşwaziya vê cejna kevnar.

Li gorî rapora IRIB News’ê ji Kabulê, Gelê Efxanistanê bi deb û rismine taybet rêz li Cejna Newrozê ya kevnar digirin.

Li gorî vê raporê, çêkirina “Heft Mêwe”yê ji bo mêvanên Newrozê yek ji deb ûrismên gelê Efxanistanê di dem û gavên Newrozê da ye.

Her wiha malbatên Efxanistanê di dem û rojên Newrozê da diçine malên mezin û mestirên malbatê. Lidarxistina pêşbirkên “Bizinkişandinê” (Bozkêşî) ya kevn û geşt û gerra li nav xwezayê ji bernameyên din ên Newrozê li Efxanistanê ne.

Her çend ku hikûmeta Talibanê ya Efxanistanê bernameyek ji bo rêzgirtina li Newrozê tine, lê gelê vî welatî pesna Newroza kevnar didin.