Festîvala ‘Serwa Zîvîn’ derfetek ji bo nîşandana hunerên îranî yên nûwaze
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i339677-festîvala_serwa_zîvîn’_derfetek_ji_bo_nîşandana_hunerên_îranî_yên_nûwaze
Dora heftem e Festîvala Pêşeyên Destî û Hunerên Kevn a Fecrê bi navê ‘Serwa Zîvîn’ (Servê Sîmîn) li Mûzexaneya Neteweyî ya Îranê li Tehranê tê lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2023 11:49 Asia/Tehran
  • Festîvala ‘Serwa Zîvîn’ derfetek ji bo nîşandana hunerên îranî yên nûwaze

Dora heftem e Festîvala Pêşeyên Destî û Hunerên Kevn a Fecrê bi navê ‘Serwa Zîvîn’ (Servê Sîmîn) li Mûzexaneya Neteweyî ya Îranê li Tehranê tê lidarxistin.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Derdora 70 berhemên ji hunermendên 12 welatan û zêdetirî 300 berhemên nûwaze ji hunermendên îranî di dora heftem e Festîvala Pêşeyên Destî û Hunerên Kevn  a Fecrê da hatine nîşandan.

Ev festîval bo heyama neh rojan ji 15 heta 23ê Sibata 2023an li Mûzexaneya Neteweyî ya Îranê didome.

Hunera destan a îranî ya resen û cil û bergên qewm û etnîkên Îranê jî di dora heftem e Festîvala Pêşeyên Destî û Hunerên Kevn  a Fecrê da hatine nîşandan û tûşî pêşçwazîya baş a seredaneran bûye.

Rêûrisma rêzgirtina li serkeftiyên vê festîvalê dê êvara Pêncşemiyê li Birca Mîladê ya Tehranê were lidarxistin.