Pêşbirkên Xelata Mezin a Moskoyê; 10 karatevanên îranî 10 mîdal wergirtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i337876-pêşbirkên_xelata_mezin_a_moskoyê_10_karatevanên_îranî_10_mîdal_wergirtin
Karatevanên îranî yên beşdarî pêşbirkên Xelata Mezin a 2022an a Moskoyê bûne, mîdaleke zêrê, pênc zîv û çar bronz wergirtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 28, 2022 07:15 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Xelata Mezin a Moskoyê; 10 karatevanên îranî 10 mîdal wergirtin

Karatevanên îranî yên beşdarî pêşbirkên Xelata Mezin a 2022an a Moskoyê bûne, mîdaleke zêrê, pênc zîv û çar bronz wergirtin.

Pêşbirkên navneteweyî yên karateyê bi navê Xelata Mezin a Moskoyê ji 24 heta 27ê Mijdarê bi mazûvaniya Rûsiyê û bi beşdariya 600 karatevanan ji 16 welatên cîhanê hatin lidarxistin.

Di van pêşbirkan da karatevanên Îranê bi giştî karîn zêrek, pênc zîv û çar bronzan wergirin.

Sara Behmenyar karî mîdala zêrê wergire. Mehmûd Nêmetî, Mehdî Xodabexşî, Mesûme Mihsiniyan, Fatime Seadetî û Leyla Borc-Elî mîdala zîv wergirt; Her wiha Mobîna Heyderî, Atûsa Gulşadnijad, Emîr Mehdîzade û Elîreza Heyderî mîdala bronz wergirt.