Mijdar 08, 2022 09:59 Asia/Tehran
  • Şampiyoniya boksê ya Asyayê; Nûnera Îranê derbasî nîvfînalê bû

Boksorê 92 kîlogramî yê Îranê bi pêşbirka nîvfînalê ya pêşbirkên qehremaniya Asyayê, medala xwe ya tûnc misoger kir.

Pêşbirkên boksê yên şampiyoniya Asyayê roja sêşemiyê 1ê Mijdarê li Emmanê paytexta Urdinê dest pê kir û dê heta 12ê Mijdarê berdewam bike. Tîma Îranê bi 12 boksoran beşdarî vê pêşbirkê bû û 10 nûnerên Îranê jî ji rêzê dûr ketin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Tûfan Şerîfî boksorê 92 kîlogramî yê Îranê bi Parenko Sergî ji Qirgizistanê re kete têkoşanê ku ji aliyê dadweran ve li dewra duyemîn serketî hat ragihandin û medala tûnc bi dest xist.

Şerîfî ji bo ku bikaribe beşdarî fînalê bibe, divê roja pêncşemê bi "Aybek Uralbay" wergirê medala zêr a Olîmpiyata Ciwanan a 2018an û medala zîv a Ciwanên Cîhanê ya 2018an ji Qazaqistanê re têkeve têkoşanê.

Berî niha Seyd Şahîn Mûsewî bi çûna nîvfînalê medala tûnc bi dest xistibû.

Serepeyv