Medala Zîv ya “Reza Dêhdar” li şampiyoniya halterê ya Asyayê
Weznhilgirê îranî li pêşbirkên qehremaniya Asyayê li pêşbirka 102 kîlogramê medala zîv bi dest xist.
Riza Dêhdar weznhilgirê îranî li pêşbirkên qehremaniya Asyayê di koma 102 Kg de bi tevayî 372 kîlogram wezne rakir û medala zîv bi dest xist.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, “Riza Dêhdar” di rêza 102 kg de bi rakirina giraniya 170 kg, medala tûnc bi dest xist.
Di vê kategoriyê de Emrî Dînov bi hilgirtina 172 kg medala zêr û Faris Elbax bi hilgirtina 171 kg medala zîv zîv a şampiyoniya Asyayê li Behreynê bi dest xistin.
Li beşa rakirina du derbe, Faris Elbax bi rakirina giraniya 215 kg medala zêr, Riza Dêhdar bi rakirina giraniya 202 kg medala zîv û Emrî Dînov bi rakirina giraniya 196 kg medala tûnc bi dest xistin.
Di kategoriya 102 kg de Faris El Bax bi 386 kg medala zêr, Reza Dêhdar bi giştî 372 medala zîv û Emrî Dînov bi tevayî 368 medala tûnc bi dest xistin.