Tîma squash a Îranê bû qehremana pêşbirkên Rojavayê Asyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i335004-tîma_squash_a_Îranê_bû_qehremana_pêşbirkên_rojavayê_asyayê
Tîma squash(skuaş) a Îranê li çaremîn dewra pêşbirkên rojavaya Asyayê bi tkbirina tîma Kuweytê bû şampiyona van pêşbirkan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 03, 2022 09:13 Asia/Tehran
  • Tîma squash a Îranê bû qehremana pêşbirkên Rojavayê Asyayê

Tîma squash(skuaş) a Îranê li çaremîn dewra pêşbirkên rojavaya Asyayê bi tkbirina tîma Kuweytê bû şampiyona van pêşbirkan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB Newsê, Tîma Squash a Îranê bi encama 2-1`ê ji Kuweytê bir û bû şampiyona çaremîn dewra pêşbirkên rojavayê Asyayê.

Di beşa ferdî ya van pêşbirkan de Ebdullah El Temîmî ji Qeterê bû şampiyon û Elîriza Şamlî jî ji Îranê bû duyemîn.

Çaremîn dewra tûrnûvaya rojavayê Asyayê roja 28`ê Hezîranê li Tehranê dest pê kir û êvariya roja Şemiyê bi dawî hat; Tîmên Îran, Iraq, Kuweyt û Qeterê beşdarî vê turnuvayê bûn.

Tûra bê ya tûrnûvaya squash a Rojavayê Asyayê ya sala 2023an dê bi mazûvaniya Iraqê were lidarxistin.