Federasiyona cîhanî ya Tîrhavêtinê pesna kincên tîrhavêjên îranî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i333277-federasiyona_cîhanî_ya_tîrhavêtinê_pesna_kincên_tîrhavêjên_îranî_da
Federasiyona cîhanî ya Tîrhavêtinê pesna kinc û cilûbergên tîrhavêjên Îranê li pêşbirkên Kupa cîhanî ya Brezîlê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2022 09:03 Asia/Tehran
  • Federasiyona cîhanî ya Tîrhavêtinê pesna kincên tîrhavêjên îranî da

Federasiyona cîhanî ya Tîrhavêtinê pesna kinc û cilûbergên tîrhavêjên Îranê li pêşbirkên Kupa cîhanî ya Brezîlê da.

Federasiyona cîhanî ya Tîrhavêtinê (ISSF - International Shooting Sport Federation) bi weşandina wêneyekê li ser Instagrama xwe, tevî amajeya bi kincên bedew û guncav ên endamên tîma Îranê di fînala Demançeya tîmî ya jinan, sipasiya berpirsên Federasiyona Tîrhavêtinê ya Îranê kir.

 

Dora duyem a kupên cîhanî ya Tîrhavêtinê ji 11ê Nîsanê va li Brezîlê dest pê kir û dê hema 19ê Nîsanê were domandin.

Zêdetirî 180 werzîşkarî ji 28 welatên cîhanê beşdarî van pêşbirkan bûne.